Şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de her ku diçe gûrtir dibe.
Ev şer bandorek neyinî li Başûrê Kurdistanê û Îraqê dike.
Di rojên dawî de li ser Baregeha Asmanî ya Şehîd Ela û Baregeha Asmanî ya Şehîd Elî Fileyihê yên Îraqê êrîş pêk hat.
Wezareta Parastinê ya Îraqê derbarê êrîşên li ser baregehên asmanî yên Îraqê li ser hesabê xwe yê X'ê daxuyaniyek belav kir.
Wezaretê bertek nîşanî êrîşên bi mûşek û dronan da ku di rojên dawî de li ser Baregeha Asmanî ya Şehîd Ela û Baregeha Asmanî ya Şehîd Elî Fileyihê hatine kirin.
"Hêzên biyanî li baregehên ku hatin hedefgirtin nînin"
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev baregeh bi temamî di bin serweriya Îraqê de ne.
Wezaretê destnîşan kir ku li wan baregehan tu hêzên biyanî tune ye.
Hat eşkerekirin ku li wan deran tenê efser û personelên Hêza Asmanî ya Îraqê û fîloya firokeyên leşkerî yên Îraqê hene.
Wezareta Parastinê ya Îraqê hişyariya bersivdayînê da
Wezareta Parastinê ya Îraqê hişyarî da ku eger ev êriş dubare bibin ew dê "li hemberî êrişan bê deng nemînin."
Herî dawî di daxuyaniyê de hat gotin ku Îraq dê li hemberî her cure êrîşan, hemû mafên xwe yên parastinê bi kar bîne.