Hêzên Amerîka duh êrîşî xaleke Heşdî Şebî ya li Enbarê kiribûn.
Desteya Heşdî Şebî ya Îraqê îro ragihand ku di êrîşa li ser Enbarê de 15 çekdarên wan hatine kuştin.
Hate ragihandin ku dora 20 çekdar jî birîndar bûne.
Li cihê bombebaranê xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina çekdarên din ên Heşdî Şebiyê didomin. Her wiha guman heye ku di bin kavilên baregehê de hin çekdar mabin.
Li Bexdayê ji bo kuştiyên wê bombebaranê merasîmeke veşartinê tê lidarxistin.
Li gor Desteya Heşdî Şebî nasnameyên çekdarên ku hatine kuştin wiha ye:
1- Sead Baicî (Fermandarê Operasyonên Enbarê yê Heşdî Şebiyê)
2- Mihemed Fazil Mihemed
3- Kerar Heyder Şaxî
4- Ziya Salim Mûsa
5- Cewdet Kazim Hîlal
6- Yûsif Husên Qeyser
7- Feysel Turkî Cabir
8- Ehmed Mihemed Cesîm
9- Zefar Xuzeyr Şezer
10- Ehmed Hamid Sedûn
11- Zeynelabidîn Îmad Ebûd
12- Hesen Mihemed Samir
13- Husên Fazil Elî Xan
14- Îhsan Selîm Îsmaîl
15- Heysem Mihemed Meter