Êrîşên Îranê li ser welatên Kendavê berdewam in

Îran bi dijwarî êrîşî Welatên Kendavê dike. Di encamê de, gelek wêrankarî çêbûye û gelek kesan jî jiyana xwe ji dest dane. Ji bo bidawîanîna van êrîşan jî hewildan tên kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Êrîşên Îranê yên li ser Welatên Kendavê berdewam in.

 

Îro Berdevkê Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî, Turkî El Malikî ragihand ku 6 mûşekên balîstîk hatine bêbandorkirin.

 

Li Erebistana Siûdî 6 mûşek û 22 dron hatin rûxandin

 

 

Her wiha eşkere kir ku 22 dron li cih û deverên cuda hatin xistin.

 

 

Li peravên Îmaratê keştiyeke brîtanî hate bombebarankirin

 

 

Li peravên Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat) keştiyek brîtanî hate bombebarankirin.

 

Heta niha ne diyar e ka kî bi vê êrîşê rabûye, zirarên canî jî çênebûne.

 

Duh Parastina Asmanî ya Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî dest nîşan kir ku 9 mûşekên balîstîk tesbît kirin, 8 ji wan hatin îmhakirin û ya dawî jî ket deryayê.

 Her wiha 35 dron tesbît kirin ku 26 ji wan hatin desteserkirin û 9 jî ketin nav axa welêt.

 

Hêzên Parastinê yên Behreyn ragihand ku îro di çarçoveya êrîşên dawî yên Îranê yên li dijî welêt de, wan careke din mûşekeke balîstîk a Îranê asteng kirine.

 

Fermandariya Giştî ya Hêzên Parastinê yên Behreynê diyar kir ku ji destpêka êrîşa "hovane" ve, pergalên parastina hewayî 106 mûşek û 176 dron têk birine.

 

Duh Li Behreynê, di encama êrîşeke Îranê ya li ser avahiyeke niştecihbûnê de, li Mename welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.

 

 

Li Kuweytê 6 dron hatin xistin

 

 

Her wiha duh Kuweytê diyar kir ku 6 dron li bakur û başûrê welêt xistine xwarê.

 

Ji aliyekî din ve Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê Mecîd el-Ensarî tekez kir ku divê Îran berî ku her dan û standinekê pêk bîne, destpêkê êrîşên xwe rawestîne û wiha got:

 

“Ji bo bidawîanîna pevçûnê, têkilî bi hemî aliyan re berdewam in.”

 

Di heman çarçoveyê de, îro hate ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Siûdiyê Feysel bin Ferhan peywendiyeke telefonî bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marcco Rubio re pêk anî.

 

 

Çînê nerazîbûna xwe ya li hemberî êrîşa li ser welatên Kendavê nîşan da

 

 

Wezareta Derve ya Çînê jî îro ragihand ku Pekîn bi êrîşên li ser welatên Kendavê razî nîne û behsa êrîşên mûşekî û firokeyên bêmirov ên ku ji destpêka şer ve ji aliyê Îranê ve hatine kirin kir.

 

Wezaretê  hemû êrîşên bêserûber li ser sivîlan û armancên neleşkerî şermezar kir.

 

Her wiha  tekez kir ku divê rêz li serweriya welatên Rojhilata Navîn bê girtin û ewlehî û yekparçeyiya axa wan bê misogerkirin.

 

Wezareta Derve ya Çînê got ku çareserî di vegera diyalog û danûstandinan de di zûtirîn dem de ye û tekez kir ku ew ê têkiliyên xwe bi hemî aliyan re xurt bike da ku rewşê aram bike û aştiyê vegerîne.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye