Ajansa Reutersê belav kir ku Karbidestekî payebilind ê berevaniya Îsraîlê eşkere kiriye ku Îsraîl amadekariyan dike ku êrîşî tesîsên enerjiyê yên Îranê bike.
Li gorî heman çavkaniyê, vî karbidestî daye zanîn ku ev yek jî, wê piştî erêkirina Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pêk were.
Her wiha li gorî agahiyan, Karbidestekî payebilind ê berevaniya Îsraîlê daye xuyakirin ku dibe di çend rojên pêş de êrîşên bi vî rengî çêbibin.
Ev yek jî piştî, daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump hat ku gotibû wan 48 demjimêr ji bo bidawîkirina şer ji bo Îranê dest nîşan kiriye.