Trump: Em hewl didin Bagram a Efxanîstanê vegerînin

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew hewl didin baregeha hewayî ya Bagram a li Afganistanê vegerînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Donald Trump ev yek di civîneke çapemeniyê de ragihand ku dewleta wan dixwaze baregeha hewayî ya Bagram li Afganistanê vegerîne.

Her wiha Trump diyar kir ku baregeha hewayî ya Bagram li Afganistanê, di sala 2021'an de Amerîkayî jê vekişiyabûn û Talîban ew kontrol kiribû, Amerîka ji nû ve dixwaze wê vegerîne.

Derbarê mijarê de ajansa Reuters ragihand ku hin rayedarên Amerîkî vê yekê weke dubarekirina dagirkeriyê Afganistanê dibînin,

 ji bo vê yekê zêdetirî 10 hazar leşker û bicihkirina berevaniya hewayî ya pêşketî hewce dike.

Rayedaran destnîşan kirin ku piştî kontrola leşkerî a Amerîka pêwîste hewldanên mezin werin dayîn û herêmên mezin werin parastin.

Baregeha Hewayî ya Bagramê dûrî sînorên dijminên stratejîk ên Amerîkayê ye, di nav de Rûsya, Çîn û Îran, û li gorî çavkaniyên medyayê, ew tenê saetekê dûrî navenda ku Çîn çekên xwe yên nukleerî lê çêdike ye.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24