Yekem karwanê barhilgirên Tirkiyê di ser Sûriyê re gihîştin Îraqê.
Barhilgirên Tirkiyê îro gihîştin Deriyê Sînorî yê Rebiayê yê li parêzgeha Nînowayê.
Ew barhilgir ji Deriyê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê hatibûn.
Desteya Giştî ya Benderên Bejahî û Deryayî ya Sûriyê li ser vê yekê daxuyaniyek da.
Sûriyê ragihand ku karkirina vê rêya navneteweyî dê Sûriyê wekî navendeke lojîstîk vegerîne ser nexşeya bazirganiyê.
Li gorî daxuyaniya aliyê Sûriyê, wan hêsankariyên zêde yên gumrukî kirine da ku barhilgir bê astengî ji Tirkiyê ber bi Îraqê ve herin.
Ew vê gav jî wekî hewldanekê ji bo bidawîkirina krîzên aborî yên salên borî dibînin.