Li herêma Kendava Ereban û herêmên derdorê, di encama alozî û şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de, gelek navendên stratejîk ên petrol û enerjiyê rasterast hatine armancgirtin.
Li gorî geşedanên herî dawî, navendên sereke yên ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatine armancgirtin ev in:
Kargehên Petrokîmyayê ya South Pars, mezintirîn qada gaza xwezayî ya cîhanê ye. Kargehên wê yên petrokîmyayê û binesaziya wê ya gazê di rojên borî de de bi giranî hatin lêdan.
Depoyên Petrolê yên Tehran û Alborzê, herî kêm 4 depoyên mezin ên petrolê û navendeke veguhastina hilberîna petrolê hatin lêdan.
Navenda Asaluyeh; ev navenda sereke ya pêvajoya enerjiyê ya li parêzgeha Buşehrê di êrîşan de zirar dît.
Her wiha, li welatên kendava Erebî, navendên ku ji aliyê Îranê ve hatine armancgirtin, ev in:
Îranê di bersiva êrîşan de çend navend wekî "armancên rewa" ragihand û hinek ji wan êrîş kirin
Ji wan; Rafîneriya Ras Tanura y Erebistana Siûdî bû. Mezintirîn rafîneriya Aramco ye; bi balafirên bêmirov hate armancgirtin.
Navenda Ras Laffan, navenda sereke ya hilberîna gaza xwezayî (LNG) ya Qeterê ye; bi dronan hat lêdan û hilberîn bi demkî hate rawestandin.
Her wiha, Zeviya Gazê ya Shah ADNOC neçar ma ku piştî êrîşên dronan ên li ser vê zeviyê, di nîva adara 2026'an de kar rawestîne.
Zeviya Petrolê ya Majnoon li nêzî Besra-Îraq çend caran hate armancgirtin, ku di nav wan de êrîşeke li ser birca ragihandinê ya zeviyê hebû.
Her du alî (Amerîka-Îsraîl û Îran) hewl didin kontrola ser çavkaniyên enerjiyê wekî amûreke zextê bi kar bînin.
Amerîka bi Îdîaya aramiyê û Îran jî bi îdîaya şikandina dorpêçan.
Li herêma Kendava Ereban gelek pargîdaniyên mezin ên enerjî û petrolê hene ku hin ji wan di asta cîhanê de herî mezin in.
Çend pargîdaniyên enerjî û petrolê li Kendava Ereban hene?
Saudi Aramco (Erebistana Siûdî) pargîdaniya petrolê ya herî mezin a cîhanê ye.
ADNOC (Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî - UAE) pargîdaniya Niştimanî ya Petrolê ya Ebû Zebî ye.
QatarEnergy, berê wekî Qatar Petroleum dihat naskirin; di warê gaza xwezayî (LNG) de di asta cîhanê de pêşeng e.
Kuwait Petroleum Corporation - KPC (Kuweyt) hemû çalakiyên petrolê yên Kuweytê bi rê ve dibe.
National Iranian Oil Company - NIOC (Îran) li aliyê bakurê kendavê pargîdaniya sereke ye.
BAPCO (Behreyn) pargîdaniya petrolê ya Behreynê ye.
Basra Oil Company (Iraq) petrolê li herêma Besrayê ya li ser kendavê hildiberîne.
Ji bilî vê jî, gelek pargîdaniyên Navneteweyî yên li Kendava Erebî bi hevkarî dixebitin hene. Ji wan:
TotalEnergies (Fransa), Shell (Brîtanya/Hollanda).
ExxonMobil (DYA), BP (Brîtanya) û Eni (Îtalya).
gGrîngiya navendên enerjî û petrolê di warên siyasî û aborî de
Girîngiya van pargîdaniyan di warê siyasî û aborî de rasterast bi alozî û şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ve girêdayî ye.
Kendava Ereban 20-30% petrola cîhanê dabîn dike.
Her aloziyek bi Îranê re dibe sedema girtina Tengava Hormuzê.
Ger ev derî bê girtin, bihayê petrolê li seranserê cîhanê, bi taybetî li Amerîka û Ewropayê bilind dibe.
Amerîka parastina pargîdaniyên wekî Aramco û ADNOC wekî berjewendiyeke neteweyî dibîne.
Lewma baregehên leşkerî yên Amerîkayê li herêmê (wek Qeter û Behreyn) ji bo parastina herikîna petrolê ne.
Li aliyê din, Îran petrolê wekî çekekê li dijî dorpêçên Amerîkayê bi kar tîne. Bi rêya komên wekî Hûsiyan (li Yemenê), Îran dikare êrîşî rafîneriyên Siûdî bike da ku zextê li aboriya hevpeymanên Amerîkayê bike.
Ev êrîş bûne sedem ku bihayê petrolê di asta cîhanê de bilind bibe û gelek welat binesaziyên xwe yên enerjiyê vala bikin.