Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israîl Katz ragihand ku rakirina uranyuma dewlemendkirî ya Îranê ji Tehranê "şertekî bingehîn" ya ji bo bidawîanîna şerê leşkerî yê li dijî Îranê ye.
Israîl Katz, di daxuyaniya bi boneya "Roja Bîranîna Holokostê" de diyar kir ku madeyên dewlemendkirî dikarin wekî bingehek ji bo ji nû ve destpêkirina projeya nukleerî werin bikaranîn.
“Rakirina uranyuma dewlemendkirî şertekî bingehîn e”
Katz, destnîşan kir ku hem Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hem jî Îsraîl rakirina van madeyan wekî gaveke krîtîk ji bo bidawîanîna êrîşên leşkerî dibînin.
Girêdayî heman mijarê di raporên ragihandina Amerîkayî de hate diyarkirin ku Washingtonê, di gera danûstandinan de bi Tehranê re ku li paytexta Pakistanê Îslamabadê pêk hat, pêşniyara rawestandina dewlemendkirina uranyumê heta 20 salan û derxistina depoya uranyuma dewlemendkirî ya pir bilind ji Îranê pêşkêş kiribû.
Li gorî çavkaniyan, Îranê pêşniyara Amerîkayê red kiribû û alternatîfek pêşniyar kiribû.
Di pêşniyara Îranê de tê gotin ku rawestandina dewlemendkirina uranyumê tenê ji bo 5 salan be, mekanîzmeya çavdêriyê ya bi armanca kêmkirina asta dewlemendkirinê were pejirandin.
Tevî têkçûna gera danûstandinên ku 21 saetan dewam kir, çavkaniyên Amerîkayî eşkere kirin ku kanalên peywendiyan di navbera her du aliyan de vekirî dimînin û di hin mijaran de "pêşketineke" nisbî hebû.
Serokê Amerîkayê Donald Trump bi dorpêçkirina Tengava Hurmizê re zextên zêdetir li ser Îranê ragihandin.
Çavdêran, ev dorpêç wekî mezinkirina aloziyê ya bi armanca dehfdana Tehranê ku tawîzan di dosyaya nukleerî de bide, hesibandin.