Ji ber dorpêça hêzên Amerîkî li ser benderên Îranê, tankera petrolê ya Çînî Rich Stary piştî ku roja berê ji Kendavê derket û berê xwe dabû Îranê, vala vegeriya Tengava Hurmizê û nikarîbû xwe bigihîne yek ji benderên Îranê.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM`ê, li ser platforma X'ê bi daxuyaniyekê encama ambargoyê eşkere kir û wiha got:
"Di 24 saetên pêşîn de, ti keştiyek nekarî dorpêça Amerîkayê derbas bike."
Amerîka: 6 tankeran vegera bendera Îranê bi cîh anîn
6 keştiyan fermanên hêzên Amerîkayê yên vegera bendera Îranê bi cih anîn.
Karbidestekî Amerîkî got ku keştîyeke şer a Amerîkî duh 2 tankerên petrolê rawestandine ku hewl didan ji bendera Çabahar a Îranî ji Kendava Umanê derkevin.
Amerîkayê ji ber dan û standinên wan ên bi Îranê re, siza li ser keştiya Rich Stary û xwediyê wê, Şîrketa Shanghai Xuanrun Shipping, ferz kirin.
Rich Stary tankereke navîn e ku nêzîkî 250 hezar bermîlên metanolê hildigire û li bendera Hemriyah a li Îmaratê hatiye barkirin.
Agahiyên ji Kpler û Koma Borsaya Londonê nîşan dan ku keştiyeke din a ku di bin cezayên Amerîkayê de ye, tankera Alicia, dê îro bi rêya Tengava Hurmuzê bikeve Kendavê.
Li gorî jêderê, hate nîşankirin ku ev tankera vala sibê ji bo barkirina barekî ber bi Îraqê ve diçe.
Amerîka: Me bazirganiya aboriya deryayî ji ber Îranê ve rawestand
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM'ê, got ku benderên Îranê bi tevahî hatine dorpêçkirin û hemû bazirganiya deryayî ya Îranê hatiye rawestandin.
Brad Cooper, got ku dê serdestiya deryayî li Rojhilata Navîn biparêzin.
Fermandarê Amerîkî got ku ji sedî 90 aboriya Îranê xwe dispêre bazirganiya deryayî ya navneteweyî, lê Amerîka di nav kêmtirî 36 demjimêran de ew rawestandiye.