HRANA: Li Îranê 17 sivîl hatin kuştin

Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA’yê, rapora 24 saetên borî yên şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de parve kir. Di raporê de hat ragihandin ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di nav kuştî û birîndaran de 25 sivîl hene.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA’yê, rapora 24 saetên dawî ya taybet bi şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de parve kir.

 

Da zanîn ku li 18 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê nêzî 360 êrîş pêk hatine.

 

HRANA’yê, dest nîşan kir ku 35 baregehên leşkerî, baregehên Supaya Pasdaran, navendên hêza Besîc, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, depoyên neftê û jêrxanên enerjiya atomî yên Îranê hatine hedefgirtin.

 

Di encama êrîşan de 17 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 8 sivîl jî birîndar bûne.

 

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan ji 28`ê sibatê û heya niha li seranserî Îranê hezar û 568 sivîl hatine kuştin.

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye