Şerê di navbera Îsraîl û Hizbulahê de kete roja xwe ya 28´an.
Hizbulaha Libnanê li ser êrîşên xwe yên li hemberî Îsraîlê daxuyaniyek belav kir û got:
“Heta dema derketina vê daxuyaniyê, ji destpêka destdirêjiyên Îsraîlê ve me hezar û 100 operasyonên leşkerî pêk anîne.
Ev jî ji bo parastina Libnanê û gelê wê ye.”
Wezareta tenduristiyê ya Libnanê: Ji destpêka şer ve 1238 kes mirine
Li aliyê din, Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê jî di daxuyaniyekê de amarên qurbaniyên êrîşên Îsraîlê yên li welatê xwe eşkere kirin.
Wezaretê da xuyakirin ku ji 2´yê adarê ve hezar û 238 kes mirine û 3 hezar û 543 kesên din jî birîndar bûne.
Hizbulah wekî hevalbendê Îranê tevlî xeta rûbirûbûna bi Îsraîlê re bûye.
Hizbulahê baregeheke leşkerî ya li bakurê Îsraîlê kir armanc.
Hizbulahê her wiha dest nîşan kir ku tevî peymana agirbestê û aloziyên dawî yên li Îranê, ev êrîş "bersivek e ji bo kuştina Rêberê Bilind ê wî welatî Elî Xamineyî."
Di heman demê de Îsraîlê êrîşên xwe yên li ser Libnanê berfireh kirine.
Îsraîlê bi rêya êrîşên asmanî taxên başûrê Beyrûta paytext û herêmên din ên başûr û rojhilatê welêt bombebaran kirine.
Her wiha Artêşa Îsraîlê li başûrê Libnanê dest bi operasyoneke bejahî ya sînordar kiriye.
Li başûrê Libnanê 6 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn
Li aliyekî din Artêşa Îsraîlê, îro diyar kir ku Hizbulahê duh li başûrê Libnanê bi mûşekên dijîtank û dronan êrîşî yekîneyên Îsraîlê kiribû.
Di encamê de li başûrê Libnanê 6 leşkerên Îsraîlê birîndar bibûn û birînên 3 leşkeran jî giran in.