Êlla Wawiye da zanîn ku bi vê yekê artêş neçar ma bersivê bide binesaziya Hizbullahê ya li herêma Nebetiye.
Wawiye tekez kir ku artêşa Îsraîlê wê li gorî vê yekê li bilindahiyên Colanê operasyonên xwe bidomîne.
Ji aliyê xwe ve Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku hejmara giştî ya miriyan ji ber şer gihîştiye 4 hezar û 353 kesan û 12 hezar û 323 kes jî birîndar bûne.
Girêdayî mijarê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu duh li ofîsa xwe ya li Orşelîmê bi Balyozê Amerîka yê li Libnanê Michel Îssa û Balyozê Amerîka li Îsraîlê Mike Huckabee re civiya.
Heta niha dema gera 8`an a danûstandinan di navbera Îsraîl û Libnanê de ku biryar e li Îtalyayê pêk were, nehatiye destnîşankirin.