Di navbera 6 û 10'ê Adara 2025'an de, hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û komên girêdayî Tirkiyê, bi bihaneya şerê li dijî "bermahiyên rejîma Bees'ê" li Berava Sûriyê operasyonên leşkerî dan destpêkirin.
Van koman li dijî şêniyên herêmê yên Elewî komkujî pêk anîn.
Herêmên Beravên Sûriyê di salvegera yekem a komkujiyan de rastî rewşeke alozî û nerazîbûnê tên.
SOHR: Rêveberiya Sûriyê nahêle ku gel serdana gorên zarokên xwe bike
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê da zanîn ku serokê gundê Muxtariyê li gundewarê Laziqiyê bi rêya tomarkirina deng, ji gundiyan xwest ku di roja salvegera komkujiyan de serdana gorên mirov û zarokên xwe nekin.
Her wiha ji gundiyan xwestiye ku serdanê bihêlin roja duyemîn a Cejna Remezanê.
Li gorî ku SOHR'ê da diyarkirin, ev daxwaza ku ji gel hat kirin, li ser bingeha biryara ku ji aliyê rêveberiya herêma Heffa ya li parêzgeha Laziqiyê hatiye kirin.
SOHR'ê da zanîn ku ji hemû serokên gundan hatiye xwestin ku vê biryarê pêk bînin.
Vê biryarê di nav malbatên qurbanî û niştecihên herêmê de xemgînî, hêrs çêkir û nerazîbûn nîşan da.