Li Helebê 3 endamên wezareta parastinê hatin kuştin

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku 3 endamên Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, li gundewarên rojavayê Helebê, hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî belavbûna rêxistina DAIŞ'ê li deverên cuda yên gundewarê rojava û bakurê Helebê, di van demên dawîyê de, gelek êrîş li dijî xalên kontrolê yên ewlehiyê pêk hatin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, îşev li nêzîkî bajarokê Seharayê li gundewarê rojavayê Helebê, endamekî Wezareta Parastinê ya Sûriyê, hatiye kuştin.

SOHR'ê diyar kir ku duh jî, 2 endamên hêzên Wezareta Parastinê li gundê Abadê, li ser rêya nû ya ku Heleb û Babê, hatine kuştin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, her 2 endam dema ku li ser rê bûn hatine gulebarankirin.

Di daxuyaniyekê de, DAIŞ'ê li ser platformên xwe yên medyayê eşkere kir ku hedefgirtina leşkerên Artêşa Erebî ya Sûriyê li ser rêya Heleb - Bab li gundê Abad, li gundewarê rojhilatê Helebê, ji aliyê endamên wan ve pêk hatiye.

 

Êrîşên DAIŞê li ser xalên kontrolê yên ewlehiyê berdewam in

 

Her wiha du endamên din ên hêzên Wezareta Parastinê di du êrîşên berê di 22 û 24`ê sibatê de li gundewarên Reqa û Dêra Zorê, hatibûn kuştin.

Di 23'ê sibatê de jî, li bajarokê Sebahiya, li rojavayê Reqayê 4 endamên hêzên Hikûmetê hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye