Elî Larîcanî berî ku dest bi serdana xwe ya 3 rojî bo Iraq û Lubnanê bike, got ku peymanek ewlehiyê di navbera Tehran û Bexdayê de tê amadekirin û wê di vê serdanê de were îmzekirin.
Her wiha Larîcanî tekez kir ku ewlehiya welatê wî bi ewlehiya cîranên wê ve girêdayî ye.
Derbarê Lubnanê de jî, Larîcanî tekez kir ku Lubnan welatekî girîng û çalak e ku Îran pê re têkiliyên çandî, dîrokî û hevkariyeke berfireh li ser mijarên herêmî parve dike.
Ev ger di demeke hesas de tê, bi taybetî li Lubnanê piştî ku hikûmetê biryar da, hebûna çekan tenê ji bo dewletê sînordar e û divê Hizbullah jî çekên xwe radest bike.