Îran: Amerîkayê peyamek ji bo danûstandinê şand, lê me red kir

Endamê Komîteya Ewlekariya Neteweyî û Siyaseta Derve li Parlamentoya Îranê Fada Husên Malekî, îdia kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, peyam ji Îranê re şandine û pêşniyara danûstandinan kiriye, lê Tehranê red kiriye.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Di navbera Amerîka û Îranê de, nakokî li ser bernameya nuklerî ya Îranê, berdewam dikin.

 

Endamê Komîteya Ewlekariya Neteweyî û Siyaseta Derve li Parlamentoya Îranê Fada Husên Malekî, îdia kir ku Amerîkayê peyam ji Tehranê re şandine û pêşniyara danûstandinan kiriye, lê Îranê red kiriye.

 

Li gorî raporên medyaya Îranî yên roja şemiyê, Fada Husên Malekî diyar kir ku "Tehran di vê qonaxê de, ti niyeta wê tune ye ku bikeve danûstandinan."

 

Malekî, zêde kir ku "çend peyamên Amerîkayê bi rêya kanalên cûrbecûr hatine wergirtin, lê Tehran baweriya xwe bi Washingtonê nayne."

 

Endamê Komîteya Ewlekariya Neteweyî û Siyaseta Derve li Parlamentoya Îranê destnîşan kir ku "Amerîka pêşmercan datîne, wekî sifir dewlemendkirin, lê Îran vê yekê red dike."

 

Fada Husên Malekî da zanîn ku "mafê dewlemendkirinê ji bo hemû welatên endam ên Peymana Ne-Belavbûna Nuklerî garantî ye.

Di heman demê de Îsraîl ku ne endamê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî ye û tevî ku xwedî tesîsên nuklerî yên pir dewlemendkirî ye, di bin ti çavdêriyê de nîne."

 

Amerîka û Îranê pênc gerên danûstandinan li dar xistin

 

Arteşa Îsraîlê di meha Hezîranê de êrîşeke ji nişka ve li ser Îranê pêk anî bû ku wê demê şandeya Îranê jî ji bo gera şeşemîn ya hevdîtinan amadekeriya xwe dikir.

 

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî piştre tevlî vê êrîşê bû û balafirên wan jî li ser tesîsên nuklerî yên sereke yên li hundirê Îranê, êrîşên hewayî pêk anîn.

 

Amerîka û Îranê, di sala 2025´an de, bi navbeynkariya Sultanatiya Umanê, pênc gerên danûstandinên nuklerî li dar xistin, lê negihiştin rêketinekî dawî.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye