Li Reqa û Dêra Zorê lehî rabû

Li her du parêzgehên Sûriyê, Reqa û Dêrazorê lehî rabû. Li bendava Firatê ji ber zêdebûna ava komkirî, deriyê yedek ê taybet bi valakirina ava lehiyê hat vekirin, lê ev yek bû sedem ku li çend navçeyên girêdayî Reqa û Dêrazorê lehî rabe. Heta niha 3 pira têk çûne, 3 zarokan jiyana xwe ji dest dane, çend zarokên din windayî ne. Di heman demê de jî gelek erdên çandiniyê û malên gundên nêzîkî çemê Firatê di bin avê de man.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ava Firatê zêde bû, deriyê yedek ê bendava Firatê hat vekirin.

Li navçeyên her du aliyên Firatê, av derbasî nav malan bû, kolan û cade wek çemekî xuya dikin.

Ava çemê zêdetirî 2 metereyan bilind bû, hejmarek ji çalakvan û rojnamevanên Dêr û Reqayê dibêjin metirsiyeke mezin heye, heger Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê alîkariyê neke, gefeke mezin li ser niştecihên vê herêmê heye.

Heta niha 3 zarok di ber avê re çûn û jiyana xwe ji dest dan, çend zarokên din jî wendayî ne.

Her wiha 3 pira li ser çemê firatê ku her du aliyên çemê li Dêrazorê bi hev girê didan, têk çûne niha li wê deverê çûn û hatin di navbera her du aliyan de, nema tê kirin.

Lehiyê erdên çanidniyê jî dan ber xwe, êdî ew cotkarê ku li benda mûsimê bû, niha li benda alîkariyê ye, ji ber ku bendewariyê wî bi dawî hat û çandiniya wî têk çû.

Saziyên Hikûmeta veguhêz a Sûriyê jî dîmenên tîmên hawarçûnê belav kirin, ku ji bo alîkarîkirina xelkê Reqa û Dêrazorê hatin şandin.

Lê alîkarî li gor pêwîstiyê nehatiye kirin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye