Pêşnûmeqanûnê di meclisê de 312 deng erênî û 112 deng neyînî wergirt.
Tê payîn hefteya bê, senatoya Amerîkî jî li ser vê pêşnûmeyê dengdanê bike û di dawiya salê de were cîbicîkirin.
Ji bo rakirina van sizayan divê rapor werin pêşkêşkirin ku desthilatdariya nû ya Sûriye şerê DAIŞ`ê dike, mafên kêmnetewan diparêze û ti rêkarên leşkerî li dijî cîranên xwe nake.
Di hevdîtina Gulana borî ya bi Şera re, Trump soza rakirina hemû sizayên li ser Sûriyê dabû.