Artîşa Îsraîlê êrîş li ser bajarokên Başûrê Libnanê pêk anî

Ev demek bû ku êrîş li ser başûrê Libnanê hatibûn rawestandina, ev yek jî piştî peymana çarçoveyî ya di navbera îsraîl û Libnanê de hat îmzekirin pêk tê. Lê ev du roj in artêşa Îsraîlê êrîşên xwe dîsa li ser herêm û bajarokên başûrê Libnanê dane destpêkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev du roj in artîşa Îsraîlê êrîşên xwe li ser başûrê Libnanê berdewam dikin.

Li gorî agahiyan, topxaneya Îsraîlê bajarokên Mîfdûn,Tolîn, Mensûrî û Wadî Selûqî û her wiha herêma di navbera Beyt Yahûn û Beraşîtê de hedef girt.

Her wiha hat belavkirin ku hêzên Îsraîlê bombeyên fosforê avêtin derdora bilindahiyên Elî Taher.

Di heman demê de, êrîş li ser bajarokê Kefrman, Nebetiya jorîn û her wiha li ser bilindahiyên Elî Teahr jî pêk hat.

Ev cara yeke ku piştî peymana çarçoveyî ya di navbea Îsraîl û Libnanê de, artêşa Îsraîlê êrîşeke berfireh li ser Libnanê pêk tîne.

Peymana Çarçoveyî ku wekî çarçoveya Sêalî jî tê zanîn, peymaneke ku di navbera Libnan û Îsraîlê de li Washington, di 26`ê hezîrana 2026`an de, di bin çavdêriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de hatiye îmzekirin.

Hin bendên vê peymanê, pêçekirina Hezbullahê û vekişîna qonax bi qonax a hêzên Îsraîlê ji baûşrê Libnanê ye.

Lê heta neha jî bendên vê peymanê pêk nehatine.

Ewn: Em pabendî hiştina çekan tenê di destê dewletê de ne 

Di vê çarçoveyê de, îro Serokê Libnanê Jozêf Ewn jî axivî.

Jozêf Ewn got ku ew ê pabendbin ku çek tenê di destê dewletê de be û hemû axa Libnanê di bin serweriya hikûmeta Libnanê de be.

Beriya neha jî, Skirtêrê giştî yê Hezbullahê Neîm Qasim banga hilweşîna peymana çarçoveyî kiribû û tekez kiribû ku ew ê dev ji çekên xwe bernedin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye