Beriya 2 rojan Komên çekdar ên “Êlên Bedû” rêya Şam-Siweyda li herêma El Mitala girtin.
Ruxmî ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê idîa dike ku rê vekiriye. Lê heta niha rê girtî ye,
Hate ragihandin ku di wê riyê de tenê erebeyên xêrxwaziyê dikarin derbas bibin.
Beriya niha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandibû ku endamên benda kontrolekê ya hêzên Hikûmeta Veguhêz a li Edliye nehiştin êlên Bedû bikevin Şamê, li ser vê bûyerê êlên Bedû rêya Şam-Siweyda girtin.