Axios: Gotûbêjên teknîkî bi Îranê re berdewam in

Tevî şerê dawî yê di navbera Îran û Amerîkayê de, lê hîn jî gengaziya jinûvezindîkirina dan û standinan heye. Malpera Axiosê diyar kir ku hikûmeta Amerîkayê hîn jî pabend e ku çareseriyekê ji aloziyên bi Îranê re bibîne. Li aliyekî din jî, Rojnameya Wall Street Journal ragihand ku Îsraîlê agahî li ser planeke nû ya Îranê ya ji bo kuştina Donald Trump daye Amerîkayê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tevî êrîşên dawî yên li herêmê, hikûmeta Amerîkayê roja pêncşemê piştrast kir ku Washington û Tehran hîn jî ji bo peydakirina çareseriyekê ji nakokiyên re xwe dixebitin.

Di vî warî de, malpera Axiosê ragihand ku rêveberiya Donald Trump hîn jî pabend e ku çareseriyekê bibîne û da zanîn ku dan û standinên teknîkî bi armanca gihîştina peymaneke nukleerî berdewam dikin.

Trump roja çarşemê ragihand ku ew peymana bi Îranê re radiwestînin.

Axios: Navbeynkar ji bo pêkanîna peymana Îran û Amerîkayê dixebitin

Heman malperê daxuyand ku Qeter, Pakistan û navbeynkarên din ên herêmî hewl didin ku rageşiya di navbera Amerîka û Îranê de kêm bikin û dan û standinên li ser peymana nukleerî ji nû ve zindî bikin.

Axiosê zêde kir ku her çend Donald Trump roja çarşemê ragihandibû ku peymana demkî û agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de qediyaye û ferman dabû ku êrîşên hewayî dest pê bikin.

Lê ew hîn jî li ser vekirina Tengava Hurmizê disekine û dixwaze rê li ber vegera şerekî berfireh bi Îranê re bigire.

Îsraîl Amerîkayê ji plana Îranê ya kuştina Trump hişyar dike

Li aliyekî din, Rojnameya Wall Street Journalê ragihand ku Îsraîlê agahî li ser planeke nû ya Îranê ya ji bo kuştina Donald Trump daye Washingtonê.

Amerîkayê hîn bi awayekî serbixwe ev agahî piştrast nekiriye.

Hin rayedarên Amerîkî bawer dikin ku ev yek beşek ji hewldana Îsraîlê ya ji bo razîkirina Trump e, da ku Amerîka çalakiyên leşkerî li dijî Îranê zêde bike.

Di vî warî de, Donald Trump, piştî vegera xwe ji civîna bilind a NATOyê li Tirkiyê, ev gef piştrast kir û got ku navê wî di serê lîsteya kuştinê ya Îranê de ye.

KAN: Hin kesayetî dixwazin aloziyên navbera Îran û Amerîkayê zêde bikin 

Têkildarî mijara êrîşên Îran û Amerîkayê, Kanala Kan a Îsraîlî ragihand ku hin rayedarên Îsraîlê dixwazin aloziyên di navbera Washington û Tehranê de zêde bikin û şerê li dijî Îranê ji nû ve bidin destpêkirin.

Kanalê diyar kir ku rayedarên li Orşelîmê texmîn dikin ku êrîşên dijber ên di navbera Amerîka û Îranê de dê di çend rojên pêş de berdewam bikin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye