Yekîneya Birêvebirina Rîska Afatê ya ser bi Hikûmeta Libnanê ve, bi daxuyaniyekê ragihand ku di şerê şeş hefteyan de yê di navbera Îsraîl û Hizbulahê de, hejmara kuştiyan gihîştiye 2 hezar û 454 kesan.
Li aliyekî agirbest hatiye ragihandin, û li aliyê din jî derxistina cenazeyan ji bin kavilan didome.
Yekîneya Birêvebirina Rîska Afatê ragihand ku di şer de, 7 hezar û 658 kes jî birîndar bûne.
Li Libnanê, rayedar û tîmên rizgarkirinê li herêmên ku di bin bombebaraneke giran a Îsraîlê de mabûn, xebatên derxistina cenazeyan ji bin kavilan û tespîtkirina nasnameyan didomînin.
Agirbesta ku ev 10 roj in di pratîkê de ye, hîn jî nazikiya xwe diparêze.
Selam: Em bi hêvî ne şerê wekaletê li ser axa Libnanê bi dawî bibe
Serokê Hikûmeta Libnanê Newaf Salam di axaftina xwe ya di Konseya Karûbarên Derve ya YEˊyê de daxwaza mayîndekirina agirbesta ku ji roja çarşema borî(16-17 nîsanê) bi Îsraîlê re ketiye pratîkê, kir.
Her wiha Newaf Salam daxwaza rawestandina şerên wekaletê li ser axa Libnanê kir.
Li gorî Ajansa France-Presse (AFP), Selam der barê agirbestê de wiha got:
"Em hêvî dikin ku agirbest bidome û şerên wekaletê yên ku bi salan Libnan êşa wê dikişîne, bi dawî bibe."
Selam destnîşan kir ku şerê heyî li ser Libnanê hatiye ferzkirin û êdî bidawîkirina wê pêwîstiyek e.
Serokê Hikûmeta Libnanê anî ziman ku divê biryara şer û aştiyê di destê dewletê de be, û hikûmet pabend e ku biryara bêçekirina Hizbulahê bi cih bîne û rêya dîplomasîyê bi Îsraîlê re bişopîne.