Di daxuyaniyê de, hat eşkere kirin ku yek ji cihên binesaziya leşkerî ya navendî ya Supayê Pasdaran ê Îranê, ku di nav kompleksa Zanîngeha Îmam Huseyîn de ye, bû armanc.
Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, ev zanîngeh saziya akademîk a leşkerî ya sereke ya Supayê Pasdaran ê Îranê ye û her wiha wekî çavkaniyeke yedek a awarte ji bo alavên leşkerî yên rejîmê tê bikaranîn.
Her wiha di daxuyaniyê de, hat destnîşan kirin ku gelek welatan li ser vê zanîngehê ceza danîne, ji ber ku ew rasterast girêdayî Supayê Pasdaran ê Îranê ye.
Supayê Pasdaran wekî rêxistineke terorîst ji aliyê gelek welatan ve, hatiye destnîşankirin.
Li aliyekî din, Artêşa Îsraîlê da zanîn ku ev zanîngeh ji aliyê Mihemed Riza Huseynî Şahengarî ve tê birêvebirin.
Mihemed Riza Huseynî Şahengarî, efserekî payebilind ê Supayê Pasdaran e û pileya wî wek general e.
Her wiha Şahengarî çavdêriya çalakiyên zanîngehê, perwerdehiya efseran û avakirina hêzê dike.