Ev êrîşên bi vî rengî berdewamin û bi rengekî rojane agahî di derbarê mirin, kuştin, talan û wêrankirina başûrê Libnanê ji hêla Îsraîlê ve pêktên.
Ajansa Wetenî ya Libnanê daxuyand ku topavêja Îsraîlê bajarokê Benî Heyan topbaran kir, hemwextî wê kiryarên hilweşandinê pêk anî.
Hêzên Îsraîlê li bajarokê Mecdel Zon teqînek pêk anîn û hejmarek ji malan li Biyot El Seyad şewitandin.
Droneke bombebarkirî ya Îsraîlê li asîmanê bajarokê Mensûrî xwe teqand. Girêdayî mijarê, derdora Hedasa û Mensûra hatin topbarankirin û şeva borî Qentera hat bombebarankirin.
Têkildarî mijarê, bi awayekî zêde dronên Îsraîlê li asîmanê Zehranî û Dahiya başûrê Beyrûtê digerîn û gelek teqîn li derdora Sirbînê hatin kirin û bajarokê hat paqijkirin.
Her wiha li gel ragihandina agirbestê di 20’ê hezîranê de ev pêşketin pêk tên.