Li rojavayê Teîzê şerekî giran: Hêzên Hikûmetê û Hûsî bi dijwarî pevçûn

Li rojavayê parêzgeha Teîzê, di navbera hêzên hikûmeta Yemenê û çekdarên Hûsî de şerê herî giran ê salên dawî rû dide. Di pevçûnên ku bi êrîşên asmanî û topbaranê giran bûne de, zêdetirî 120 kesan jiyana xwe ji dest dane.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çekdarên Hûsî li herêmên Kedhe û Meqbene yên li rojavayê Teîzê êrîşeke berfireh dane destpêkirin. Armanca êrîşê qutkirina rêya stratejîk a navbera bajarê Teîzê û bendera Mixayê ye .

Hêzên hikûmeta Yemenê bi piştgiriya tîpên "Amalîqa" bertek nîşanî vê êrîşê dan. Firokeyên şer ên hikûmetê bi dehan caran li çeper û wesayîtên leşkerî yên Hûsiyan dan .Çavkaniyên bijîşkî piştrast dikin ku di nav du rojan de hejmara miriyan ji 120 kesî derbas bûye. Di nav qurbaniyan de leşker, çekdar û sivîl hene. Ji ber topbaranê, bi sedan malbat neçar man ku gundên xwe biterikînin.

Ev şerê dawî agirbesta nefermî ya li welat xistiye xetereyê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye