Bîlançoya kuştiyên êrîşên Îsraîlê li dijî Libnanê derket 486 kesan

Di hefteyekê de, hejmarên qurbaniyan ên êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê de, gihîşt 486 kesan û zêdetirî hezar û 300 kesî jî birîndar in. 700 hezar kes ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê, koçber bûne. Serokkomarê Libnanê, pêşniyara danûstandinên rasterast bi Îsraîlê re kir da ku şer biseknîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî amarên nû yên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, di encama êrîşên Îsraîlê li dijî Lubnanê de heta niha 486 kes hatine kuştin û zêdetirî hezar û 300 kes jî birîndar bûne.

 

Di nav kuştiyan de, herî kêm 83 zarok û 42 jin hene.

 

Ev amarên ku hatiye diyarkirin ku ji 2ˊyê adarê heta 9 adarê ye.

 

Wezareta Tenduristiyê, Îsraîl bi hedefgirtina ambulansa Xaça Sor li bajarokê Mejdal Zoun li navçeya Sower tawanbar kir.

 

Wezaretê bang li rayedarên navneteweyî kir ku dawî li tiştê ku ew wekî binpêkirina qanûna mirovî ya navneteweyî bi nav dike bînin.

 

 

Li Libnanê di hefteyekê de, 700 hezar kes koçber bûn

 

 

Her wiha Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) duh eşkere kiribû ku ji ber şer nêzîkî 700 hezar kes li Lubnanê neçar mane ku ji malên xwe birevin.

 

Di nav wan de nêzîkî 200 hezar zarok, di demekê de ku şerê di navbera Îsraîl û Hizbullaha de derbasî hefteya xwe ya duyemîn dibe û wiha lê zêde kir:

 

"Zarok bi rêjeyek tirsnak têne kuştin, bi hezaran zarok niha di stargehên sar û qerebalix de radizin."

 

Piştî ku Hizbullah di bersiva kuştina Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî de roket avêt, Lubnan kete nav şerê herêmî.

 

Ev yek bû sedem ku Îsraîl êrîşeke mezin bide destpêkirin.

 

Rayedarên Lubnanî bal dikşînin li ser vê yekê û dibêjin:

 

"Heta niha zêdetirî 500 kes hatine kuştin û hejmara kuştiyan, rojane bi qasî 100 zêde dibe."

 

Libnan pêşniyara danûstandinên rasterast bi Îsraîlê re dike

 

Her wekî din jî, Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun pêşniyara danûstandinên rasterast bi Îsraîlê re kir da ku êrîşa Îsraîlê ya li dijî welatê xwe kêm bike.

 

Joseph Aoun êrîşek li hember Hizbullah û piştgirê wê, Îranê, da destpêkirin û wan bi hewldanên hilweşîna Lubnanê tawanbar kir.

 

Aoun çar xalên sereke ku dixwaze bi Îsraîlê re li ser gotûbêj bike ev in:

 

- Avakirina agirbesteke tevahî.

 

- Pêşkêş kirina tavilê ya piştgiriya lojîstîkî ya pêwîst ji hêzên çekdar ên girêdayê Hikûmeta Lubnanê.

 

- Hemî çekên Hizbullah desteser bikin.

 

- Lubnan û Îsraîlê di bin çavdêriya navneteweyî de danûstandinê bikin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye