Di mehekê de 202 kes hatine kuştin

Di meha cotmehê de li herêmên di bin kontrola Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de û herêmên ji aliyê dewleta Tirkiyê û çeteyên wê ve tên kontrolkirin, 202 kes hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Sûriyê tevlihevî, sûcên kuştin û revandinê dewam dikin.

Di meha Cotmehê de li herêmên di bin kontrola Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de û herêmên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên kontrol kirin, 202 kes hatine kuştin. Di nava kuştiyan de 11 jin û 9 zarok hene. Hin kes di êrişên hêzên Hikûmeta Veguhêz û çekdarên nenas de bi qetilkirina li meydanan hatine qetilkirin. Hin jî bi awayên biguman hatine kuştin.

6 zarok jî ji ber teqînan hatine kuştin, hin jin jî di malê de yan jî bi navê "rakirina tolê" hatine qetilkirin.

Bûyerên kuştinan li Şam û gundewarên wê, Heleb, Dera, Hums, Idlib, Dêrazor, Siweyda, Laziqiyê rûdane.

Li Efrîn, Hema, Hums, Laziqiye, Siweyda û hin deverên din ên Sûriyeyê di cotmehê de 17 kes hatine revandin. Çarenûsa hin revandiyan nayê zanîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye