Ji ber şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê, êrîşên li ser Îraq û Başûrê Kurdistanê dewam dikin.
Desteya Heşd El-Şebî ragihand ku îro li çend deveran êrîşî hêzên wan hatiye kirin.
Li gorî zanyariyan, li Deşta Nînewa Yekîneya Çaran a girêdayî Lîwaya 30'î ya Heşdê hatiye bombebarankirin.
Di encamê de çekdarek hatiye kuştin û 2 çekdarên din jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya Heşd el-Şebî, li nêzîkî Balafirgeha Sîniyê ya li Bêciyê, êrîş li xaleke Lîwaya 31`ê
hatiye kirin.
Li wir jî çekdarek hatiye kuştin û çend kesên din jî birîndar bûne.
Her wiha li navçeya Bêciyê, baregeha Lîwaya Şeşan a Heşdê jî hatiye bombebarankirin û di encamê de 3 çekdar birîndar bûne û rewşa yekî ji wan giran e.
Ev cara duyemîn e ku di nava rojekê de êrîş li baregehên Heşdî Şebî yên li navçeya Bêciyê tê kirin.
Desteya Heşdî Şebî amaje bi wê yekê kir ku ji ber firîna berdewam a balafirên şer û dronan li ser asmanê herêmê, veguhestina birîndaran gelekî zehmet bûye.
Li gorî heman çavkaniyê, tîmên hawarçûnê di dema hewldana veguhestina birîndaran de çend caran rastî metirsiyê hatine û êrîş li wan hatiye kirin.
Baregeha Heşd El-Şebî ya li Daqûqê hate bombebarankirin
Her wiha Duh jî careke din ji aliyê DYA’yê ve baregeh û navendên Heşdê yên li sînorê navçeya Daqûq ya ser bi parêzgeha Kerkûkê ve hatin bombebarankirin.
Li gor agahiyan di encama êrîşê de sê çekdar birîndar bûne.
Desteya Heşd el-Şebî ev êrîş bi daxuyaniyekê piştrast kir.
Di 19 rojan de êrîş bi 355 mûşek û dronan li ser Başûrê Kurdistanê pêk hatine
Li aliyekî din jî li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin di 19 rojên borî de bi 355 mûşek û dronan êrîş li ser Başûrê Kurdistanê hatiye kirin.
Hewlêr bi 292 mûşek û dronan bû herêma ku herî zêde hatiye armanckirin.
Silêmanî 56 caran, Dihok 5 caran û Helebce jî 2 caran rastî êrişên dronan hatine.
Bîlançoya mirovî ya êrîşan jî her ku diçe girantir dibe.
Li gorî agahiyan, di encama êrîşan de 8 kesan jiyana xwe ji dest da ne û 48 kes jî birîndar bûn.
Di nava kesên ku canê xwe ji dest daye de nobedarekî ewlehiyê yê Balafirgeha Hewlêrê heye.
Her wiha 6 endamên komên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û leşkerekî Fransî jî hene.
Ji kesên birîndar 13 kes welatiyên sivîl in.
Başûrê Kurdistanê ji ber cihê xwe yê stratejîk veguheriye yek ji xalên herî germ ên vê krîzê.