Di nava ambargoya aborî ya Amerîkayê li ser Kubayê de, tankereke petrolê ya Rûsî ber bi Kubayê ve diçe.
Li gorî daneyên şopandina deryayî, bi sed hezaran bermîlên petrola Rûsyayê ber bi Kubayê ve diçin.
Li gorî rojnameya Brîtanî The Guardian, tankera petrolê ya Rûsyayê di 8'ê adarê de 730 hezar bermîlên petrola xam li bendera Primorsk a Rûsyayê bar kir û duh saet 4'ê êvarê li Okyanûsa Atlantîk a rojhilat ber bi Kubayê ve diçû.
Tevî danûstandinên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi Havanayê re li ser pêşeroja giravê, roja duşemê serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew hêvî dike ku "rûmeta dagirkirina Kubayê" hebe û got:
“Ez dikarim her tiştê ku ez dixwazim bikim.”
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji dema girtina Serokê Venezuelayê Nicolás Maduro di meha Çile de hewl dide ku zextê li ser reqîbê xwe yê sereke Kubayê zêde bike.
Ji wê demê ve, Trump sewqiyata petrola Venezuelayê bo Kubayê qut kiriye û gef li her welatekî ku petrol difiroşe Kubayê xwariye, û diyar kir ku Kuba dê di encama kiryarên wî de "ne petrol û ne jî pere" werbigire.
Ji 9'ê çileyê ve dema ku Meksîkayê di rojên piştî ji kar dûrxistina Maduro de barekî petrolê radest kir, petrol nehatiye Kubayê
Meksîka ji aliyê Trump ve di bin zextê de ye ku van sewqiyatan neşîne Kubayê.