Trump: Ez şansekî dawî didim Îranê ku peymanê îmze bike

Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftineke xwe de ragihand ku ew şensê dawî dide Îranê da ku peymaneke baş Îmze bike. Donad Trump got ku ev bi aliyên Îranî re di nava dan û sandinan de ne û destnîşan kir ku Tengava Hurmizê dê îro bi tevahî were vekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump di derbarê rewişa dawî ya şer bi Îranê re ji rojnemevanan re axivî.

Donald Trump anî ziman ku ew di dema niha de dan û standina bi Îranê re dikin.

Her wiha Trump ev dan û standina wekî derfeta dawî ji bo Îranê bi nav kir û wiha got:

"Ev şansê wan ê dawî ye ku peymaneke baş îmze bikin.

Ez dixwazim şansekî dawî bidim Îranê, berî ku serokatiya wê hilweşînim.

Em hêvî dikin ku ew bi ser hişê xwe ve were."

Em li ser Tengava Hurmizê gotûbêj dikin û 4 tebaxê wê  tengav bi tevahî vekirî be.

Ev dê qonaxa yekem be.

Di qonaxa duyem de jî dê bernameya Îranê ya nukleerî were hilweşandin.

Lê ev qonax dê hinekî dirêj bike."

Trump: Tengava Hurmizê bi tevayî di bin kontrola me de ye 

Beriya vê axaftinê Trump di posteke xwe de li ser Truth Social`ê nivîsandibû ku serokatiya Îranê bi awayekî ecêb xapînok e; him daxwaza dan û standina dike û him jî dibêje ku ew dan û standina nake.

Her wiha Serokê Amerîkayê di posta xwe de eşkere kiribû ku bijarteyên Îranê bi gihîştina rêkeftinekê an teslîmbûna tevahî ve sînordar in.

Her wiha Donald Trump da zanîn ku daxuyaniyên Îranê yên der barê kontirolkirina Tengava Hurmizê de derewin û destnîşan kir ku Tengava Hurmizê bi tevahî di bin kontirola Amerîkayê de ye.

Beriya niha jî, Îranê diyar kiribû ku ti dan û standinên berdewam bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re nînin û ti planên wan jî ji bo hevdîtinan nînin.

Ev yek jî, bi daxuyaniyên Trump re nakokin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye