Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî careke din ketina hemû cureyên keştiyên Îranî, di nav benderên Mîrgehên Erebî de qedexe kir.
Fermana nû ya qedexekirina ketina keştiyên Îranî bo benderên Mîrgehên Yekbûyî, ji roja înê 31’ê tîrmehê ve ji rayedarên benderên Mîrgehên Yekbûyî re hatiye ragihandin.
Keştiyên Îranî yên dema ku ferman hat dayîn li benderên Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî bûn, hatin neçarkirin ku ji Mîrgehên Yekbûyî derkevin.
Her wiha keştiyên dawîn roja duşemê 3yê tebaxê, ji benderên Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî derketin.
Rayedarên Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî hîn ji bo sedema vê biryarê yan jî demeke gengaz ji bo rakirina qedexeyê, ti rave kirin nedane.
Ev cara duyem e ji destpêka şerê Îsraîl - Amerîkî û Îranê ve, ku Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî ketina keştiyên Îranî di nav benderên xwe de rawestandiye.
Piştî ku Îranê dest bi êrîşên xwe yên li ser Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî kir, rayedarên Mîrgehên Yekbûyî ji bo cara yekem ketina keştiyên Îranî qedexe kiribûn.
Paşê, ev qedexe piştî ku agirbest di 16ê hezîranê de hat îmzekirin, hat rakirin.
Piştre, Keştiyên Îranî ji nû ve dest bi rêwîtiya xwe ya ber bi hin benderên Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî ve kirin.
CENTCOM: Amerîka dorpêça li ser Îranê bi tundî bi cih tîne
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), ragihand ku hêzên Amerîkî bi tundî dorpêça Amerîkayê ya li ser Îranê bi cih tînin.
Her wiha Fermandariyê da zanîn ku ji destpêka dorpêça deryayî ya li ser berav û benderên başûrê Îranê ve, 44 keştiyên bazirganiyê neçar mane ku rêyên xwe biguherînin.
CENTCOM’ê daxuyand ku du keştî ji kar hatine derxistin û du yên din jî hatine lêkolînkirin.
Îngilîstan: Keştiyeke barhilgir li nêzî Umanê hat armanckirin
Desteya Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Îngîlistanê ragihand ku keştiyeke barhilgir li Tengava Hurmizê bi mûşekeke nenas hat armanckirin.
Desteyê destnîşan kir ku bûyer 20 mîlên deryayî ango 37 km li bakur-rojhilatê bajarê Xesebê yê Umanê qewimiyê.
Agahiyên der barê navê keştiyê yan aliyê êrîşkar de nehatin eşkerekirin.