Wezareta Bazirganî û Geştiyariyê ya Perûyê, di daxuyaniyekê de ragihand ku di balafirê de 11 geştiyarên biyanî û du pîlot hebûn.
Rayedarên herêmî ragihandin ku balafir li herêma Pueblo Viejo, nêzîkî şeş kîlometreyan dûrî bajarê Nazcayê û nêzîkî 12 kîlometreyan dûrî Xetên Nazcayê ket xwarê.
Rayedarên herêmî rave kirin ku balafir aîdî şîrketa hewayî ya Perûyî Aerodiana bû û ji balafirgeha Piscoyê rabûbû. Ji bo şîroveyê nekarîn bigihîjin şîrketa hewayî.