Balafirgeha Xertûmê hat hedefgirtin

Li paytexta Sûdanê Balafirgeha Xertûm rastî êrîşekê hat, ew êrîş bi dronan hat kirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Êrîşa li ser Balafirgeha Xertûmê di navbera saet 4:00 û 6:00ê vê sibehê de çêbûye.

Ev bombebarankirin piştî wê yekê tê ku Desteya Hewayî ya Sivîl a Sûdanê ragihandibû ku wê Balafirgeha Xertûmê were vekirin, lê ji ber vê êrîşê, êdî careke din deriyên balafirgehê têne girtin.

Li gor rojnameya Sûdanî Al-Rakoba News, ji Nîsana 2023an û heya niha di nav şerê navxweyî yê Sûdanê de, ev cara yekem e wê ev balafirgeh bihata vekirin.

Hîn ti aliyan berpirsiyariya êrîşa li ser balafirgehê negirtine ser xwe û derbarê ziraran de ti daxuyanî nehatine dayîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye