Sûdan ji ber kolêrayê bi kareseteke mirovî re rû bi rû ye

Li herêma Darfûrê ya Sûdanê belavbûna nexweşiya kolêrayê kareseteke mirovî bi xwe re tîne. Komîteya Kordînasyona Pênaber û ji cîhwarbûyên Darfûrê da zanîn ku bi sedan mirî û bi hezaran kes bi vîrusê ketin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komîteyê kordînasyona Pênaber û Jicîhwarbûyên Darfûrê roja Duşemê ragihand ku 217 bûyerên nû yên kolerayê û 9 mirin hatine tomar kirin, bi vî awayî hejmara giştî ya bûyeran ji destpêka nexweşiyê ve gihîştiye 8 hezar 173 kesan di nav de 346 mirine.

Komîteyê eşkere kir ku nexweşî bi taybetî li Tawila, Jebel Marra, Zalingei, Nyala û kampên koçberan belav bûye ku rêjeyên enfeksiyonê yên bêhempa li wir hatine tomar kirin.

Tenê li Tawilayê zêdetirî 4,700 enfeksiyon û 76 mirin hatine tomar kirin.

Di heman demê de li Jebel Marra zêdetirî 1,200 enfeksiyon û 51 mirin hatine tomar kirin, ji bilî bi dehan bûyeran li kampên Sortoni, Kalma, Atash, Dereig û Hamidiyê.

Herêmên din jî rêjeyên cûda tomar kirin, di nav wan de El-Rubiya bi 264 bûyer û 15 mirinan, Xezna Jadid li Rojhilatê Darfûrê bi 91 bûyer û 18 mirinan, û Azum, rojavayê Zalingeiyê, bi 109 bûyer û du mirinan.

 

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê banga alîkariya lezgîn kir

 

Komîteya Hevrêzkirinê bal kişand ser kêmbûna pêdivî û Bijîşkan û got:

Belavbûna kolêrayê berdewame di nav kêmbûna pêdiviyên bijîşkî û navendên îzolekirinê yên sînorkirî de, di welatekî ku ji ber şer, birçîbûn û nexweşiyan hatiye parçekirin de "kabûsek û karesateke mirovî ya jibîrkirî" tê jiyan kirin.

Rêxistinên navneteweyî bi serkêşiya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji bo belavbûn a nexweşiyê were sînordarkirin banga mudaxeleya lezgîn kir.

Herêma ku ev nexweşî lê belavbûyî ji Nîsana 2023`an û vir ve şer di navbera Artêşê bi Serokatiya Ebdulfetah Burhan û Hêzên piştgiriya lezgîn bi Serokatiya Cîgirê wî yê berê Mihemed Hemdan Dagalo de ku di encama wî de bi deh hezaran kes mirin berdewam dike.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24