Nû/ Ûkrayna: Rusya bi mûşekên kruz êrîşê welatê me kir

Kîevê ragihand ku Rûsyayê bi mûşekê kruz êrîşî welatê wan kir, ev jî bû sedema ku Trump ji peymana nuklerî vekişe. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku pergalên wê yên parastina hewayî di şevekê de li ser gelek herêmên wan û her weha li ser Moskow û derdora wê, 130 dronên Ûkraynayê têk birine

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê Rûsiya û Ûkraniya yê, piştî ragihandina agirbestê jî, berdewam e.

Wezîrê Derve yê Ûkraynayê Andriy Sybiha got:

“Rûsyayê di mehên dawî de bi mûşekên krûz êrîşî welatê me kir, ev yek bû sedema ku ji hatina Serokê Amerîkayê Donald Trump ya ser hûkim ve, peymana kêmkirina çekên navokî ya bi Moskowê re vekişe.”

Çavkaniyek leşkerî got ku mûşeka 9M729 ku di 5ê cotmehê de ji aliyê Rûsyayê ve hatiye avêtin, berî ku li Ûkraynayê biteqe, 1200 kîlometre firiyaye, ev jî Peymana Hêzên Nukleerî yên Menzîla Navîn binpêdike.

Ûkraynayê ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê xwestiye ku mûşekên Tomahawk ên dûr-menzîl, ku di bin peymanê de qedexe nebûn ji ber ku di wê demê de tenê ji deryayê dihatin avêtin, bidin wê.

Analîstên leşkerî yên rojavayî gotin ku karanîna mûşeka 9M729 ji aliyê Rûsyayê ve cebilxaneya çekên dûr-menzîl ên wê ji bo lêdana Ûkraynayê berfireh dike.

Di heman demê de weke şandina nameyên tehdîdkirinê bo Ewropayê ne, di dema ku Trump li çareseriyek aştiyane digere.

Rûsyayê hefteya borî mûşeka Burevestnik a bi hêza navokî ceriband.

Trump roja pêncşemê ferman da artêşa Amerîkî ku ceribandina çekên navokî ji nû ve dest pê bike, bi îdiaya "bernameyên ceribandinê yên welatên din."

130 dronên Ûkraynayê ji aliyê rûsyayê hatin rûxandin

Wezaretê Rusyayê daxuyanî da, di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di şeva 30 Cotemê ji saet 11 bi dema Moskowê ve heya roja din saet 8 an, pergalên parastina hewayî Rusiya 130 dronên Ûkraynayê têk birin.

Wezareta parastina Rûsiyayê ragihand ku wan pireke li ser Çemê Volchya hilweşandine da ku dabînkirina çek, alavên leşkerî, cebilxaneyên leşkerên Ûkraynayê  were astengkirin.

Zelensky êrîşa dawî ya Rûsyayê şermezar kir û daxwaza cezayan kir

Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku Rûsyayê îstasyoneke din a elektrîkê li Ukraynayê armanc kiriye û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di heman demê de ev êrîş wek terorîzm bi nav kir û bang li cîhanê kir  tedbîrên cezayî tundtir pêkbînin, da ku Rûsyayê neçar bimîne ku şer biqedîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye