Wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Iraqçî eşkere kir ku zordarek ceribandina çekên nukleerî ji nû ve dest pê dike, ev heman zordar bernameya nukleerî ya aştiyane ya Îranê şeytanî dikir.
Iraqçî her wiha da xuyakirin ku daxuyaniya Amerîkayê ya ji nû ve destpêkirina ceribandina nukleerî gaveke paşverû û bêberpirsiyar e û gefê li aştî û ewlehiya navneteweyî dixwe.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ferman dabû ku ceribandina çekên nukleerî ji nû ve wê dest pê bike. Ev gav gaveke ku dikare bibe sedema guhertinên mezin ên cîhanî di nav pêşbaziya zêdebûyî ya di vî warî de.
Çînê ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê xwest ku "bi cidî" pabendî qedexeya gerdûnî ya li ser ceribandina nukleerî bibin.