Li Şamê komeke çekdar êrîşî sivîlan kir, 5 kes birîndar bûn

Li herêma Mesakin El Zehriyat a Şamê komek çekdaran êrîşî sivîlan kirin û di encama êrîşê de 5 sivîl birîndar bûn. Hat diyarkirin ku çekdaran gefa derxistinê şêniyên Mesakinê xwarine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Komeke ku ji 30 çekdarên girêdayî "Ebû Enes" û "Ebû Huzeyfe" pêk tên êrîşî taxa Mesakin El Zehriyat kirin û bi qundaqên çekan li welatiyan dan û heqaret li wan kirin.

Çavkaniyên xwecihî eşkere kirin ku hejmarek ji zilam û xortên taxê ji ber êrîşan ji taxê reviyane. hat hîn bûn ku hê jî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ji bo rawestandina êrîşê tu destwerdan nekiriye.

Çavkaniyan diyar kirin ku serkirdeyekî çekdaran gef li şêniyan xwariye û gotiye: "Cara bê hûn ê nikaribin cilûbergên xwe jî bibin."

Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku çekdaran deriyên malan şikandine, telefonên welatiyan birine û ew mecbûr kirine ku şîfreyên li ser telefonên xwe vekin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye