Lezgin

Îsraîl bi bombebarandinê bersiva êrîşan da

reset font size increase font size

Îro di saetên serê sibehê de, artêşa Îsraîlê bi êrîşên hewayî li ser Başûrê Sûriyê bersiva topên ku ji Sûriyê ber bi girên Colanê ve hatibû avêtin dan.

Îsraîlê bi muşekan êrîşên bajarê Izra û derdora Til Elşiar, Til Elmal û Til Elmehis ên Derayê, kirin. Her wiha balafirên şer êrîşî du bajarokên gundewarê Şamê jî kirin.

Hat diyar kirin ku di êrîşên Îsraîlê gelek çeteyên girêdayî HTŞ’ê hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di bersiva topên ku ber bi axa Îsraîlê ve hatine avêtin de wan çekên rêjîma Sûriyê rûxandin.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz di derbarê êrîşên ku li ser Îsraîlê hat kirin de Serokkomarê demkî yê Suriyeyê Ahmed El Şara berpirsyar dît û got ku dê bersiv di demeke nêz de were dayîn.

Medya Xalid

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24