Rojnameya Serxwebûn di hejmara xwe ya meha Gulanê (521) de perspektîf û nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo Kongreya 12’emîn a PKK’ê hatiye şandin weşand.
Perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo serdema nû di bin 7 xalan de hat rêzkirin.
Xalên hatin diyarkirin bi vî rengî ne:
-Wate û xweza
-Pirsgirêk û xwezaya civakî
-Di nava civaka dîrokî de dubendiya dewlet û komunîstbûyînê
-Modernîte
-Rastiya Kurd û Kurdistanê
-Fesih û PKK
-Perspektîfên dema nû
Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, wiha dest bi nameya xwe ya dîrokî ya 27’ê Nîsanê kiriye: “Hevreyên hêja! Di dawiya 52 sal, mehek û hefteyekê ji dîroka têkoşîna me de, em bi fermî serdemeke dîrokî li pey xwe dihêlin. Bi awayekî berbiçavtir, em dixwazin serdemeke dîrokî ji sosyalîzma dewleta neteweyî ber bi sosyalîzma civaka demokratîk ve bidin destpêkirin. Mîna her tiştê ku dawî û destpêkek xwe heye.”
Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku "Meseleya bidawîkirinê ji bo me ne rojeveke nû ye" û teqez kir ku meseleya fesihkirina PKK’ê ne tenê bidawîkirin e, lê belê pêwîst e ku bi mehan li ser aliyên wê yên erênî û neyînî nîqaş werin kirin.
Rêberê Gelê Kurd sedema wê wiha rave kir: "Ji ber ku em ne tenê behsa avahiyekê dikin. Em behsa veguherînek radîkal a kesayetî û zîhniyetê dikin. Ji nû ve avakirin herî zêde bi vî rengî mimkun e. Ji bo ku pêvajo bi awayekî saxlem pêş bikeve û bigihîje encamê, divê em lez nekin."
Rêberê gelê Kurd got: "Berpirsiyariya pêşxistina bingehên felsefî yên vê avakirinê, aliyên wê yên îdeolojîk û çarçoveya têgehî-teorîk a pêwîst ji bo derketina holê di avahiyek civakî ya bi hûrgilî de li pêşiya me ye.”
Abdullah Ocalan di berdewamiya nameyê xwe wiha domand: “Bê guman, niyeta partiyan dibe ku ji hev cuda be. Lê gava ku hatiye avêtin an banga ku hatiye kirin di bingeh de rast e... Em bingehên îdeolojîk, bernameya pratîkî û aliyên taktîkî yên stratejîk ên pêşerojê pêş dixin. Civaka demokratîk bernameya siyasî ya vê serdemê ye. Ew dewletê hedef nagire. Siyaseta civaka demokratîk siyaseta demokratîk e. Komun bi xwe komuna demokratîk e. Ji hev cûdakirina wan ne rast e. Civaka komun demokratîk e. Divê civaka heyî re civaka demokratîk were gotin. Sosyalîzma demokratîk jî tê wateya civaka demokratîk. Çawa ku dewlet xwedî dîrok e, komun jî xwedî dîrok e... Jiyana azad a gel bi komunan pêkan e. Çawa ku dewleta neteweyî çekeke kapîtalîzmê ye, komun prensîba damezrîner û çeka gel e. Ev civaka komunan dikare bi rêya şaredariyan jî were organîzekirin. Ev ji hela teorîk û pratîk ve mimkun e. Ev tenê bi baldarî û têkoşînek rastîn a dij-kapîtalîst ve mimkun e."
Navê Alternatîfa Kapîtalîzmê Modernîteya Demokratîk e
Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan rexneyên xwe yên li ser kapîtalîzm û alternatîfên wê wiha anî ziman: “Ji bo derbasbûna ji modernîteyê û sosyalîzma reel a ku xizmetê jê re dike, me hewl dan analîzeke nû, teoriyeke sosyalîst a alternatîf biafirînin. Navê wê jî kir Modernîteya Demokratîk. Neteweya demokratîk xist şûna netewe dewletê, komun-komunalîste xist şûna kapîtalîzmê û eko-aborî xist şûna endustralîzmê û analîzên vê yekê afirand. Pergala xwe azadîparêz ya ku me ji têkildariyên van her sê qadan avakiriye wek Modernîteya Demokratîk pênase kir, nivîsand û me dît ku ji civakê jî bertekên erênî werdigire.
Bêguman sernavên jêrîn ên van sê qadan hene. Mînak, parçeyekî girîng ê komunalîteyê azadiya jinê ye. Her wiha polîtîka, exlaq û hwd. dikarin bêne vegotin. Em ê van hemûyan bi berfirehî binirxînin. Têrker e ku temamiya vê pergalê weke Modernîteya Demokratîk bê pênasekirin. Pênaseyên mehşerê yên di ol de tê kirin, ne tenê ji bo cîhana din, her wiha ji bo vê cîhanê jî derbasdar e. Xeteriya ku pirtûkên pîroz balê dikişînin ser, dibe ku ev be. Modernîteya kapîtalîst mehşerê li mirovahiyê ferz dike."
‘Ne Tenê ji bo Kurd û Kurdistanê dê li herêmê bandor bike’
Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku ger pêvajo û armanc bi serkeftî biqedin, ev yek dê ji bo herêmê bibe sedema destkeftiyên girîng û ev tişt destnîşan kir: "Ne tenê ji bo Kurd û Kurdistanê, lê ji bo herêmê jî dê bibe sedema serkeftinên girîng. Serkeftinek ku li vir were bidestxistin dê bandorê li ser Sûriye, Îran û Iraqê jî bike. Komara Tirkiyeyê dê şansê xwe nû bike, bi demokrasiyê tacîdar bibe û li herêmê pêşengiyê bike”.
Rêberê gelê Kurd erkên dijberên pêvajoyê û aliyan bi bîr xist û li ser vê bingehê wiha got: "Ez dikarim bibêjim ku ti nirxekî dijberên pêvajoyê nîn in. Ew ê têk biçin. Lê belê, derbaskirina vê yekê berpirsiyariyan li ser aliyan jî ferz dike. Li gel encamên herêmî yên vê pêvajoyê, wê encamên xwe yên navnetewî jî hebin. Konfederalîzma herêmî wekî pêwîstiyek mutleq derdikeve pêş… Ev çareserî di heman demê de hewcedarî bi peymanek navneteweyî ya nû jî ferz dike…"
Rodî Bişeng