Mazlûm Ebdî: Bi şirîktiyek nû Suriyeyek nû avabikin

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, di derbarê pêwendiyên bi Şamê re, nakokî, astengî, civîna Parîsê ya hatiye taloqkirin, pêwendiyên bi Tirkiyeyê re, xebatên li ser pêşeroja Suriyeyê, cihê pêkhateyan, hewldanên Kurdan û pêwendiyên bi hêzên navnetewî de ji Ajansa Hawarê re axifî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Mazlûm Ebdî, balkişand ser girîngiya pêvajoya lihevkirina 10’ê Adarê û ev got in:  

“Di wê demê de lihevhatineke bi wî awayî pêwîst bû. Ji bo ku agirbest were çêkirin, şer rawest e û pêşî li diyalogê were vekirin, dîsa ji bo ku lihevkirineke li ser Suriyeya pêşerojê pêk were, girîng bû. Me û hikumeta Şamê li ser van mijaran li hev kir.”

 

'Em dixwazin bi hev re vê lihevhatinê pêk bînin'

 

Ebdî li ser lihevkirina 10 Adarê da diyar kirin ku lihevhatina 10’ê Adarê yekser di navbera wî û Serokê Suriyeyê birêz Ehmed Şere de hate çêkirin.

Ebdî wiha domand: “Me wekî du aliyên Suriyeyê li hev kir. Ji bo pratîzekirina wê gelek mijar hene. Dewletên bi dosyaya Suriyeyê re eleqeder in, niha beşdarî van hevdîtinan bûne. Em dixwazin bi hev re vê lihevhatinê pêk bînin. Wê hîn hevdîtina me dê bidomin.”

 

'Danûstandina me hem bi birêz Barrack hem jî ekîba wî re didome'

 

Ebdî ji bo nûnerê DYA ya Suriyê Tom Barrack destnîşan kir ku bendewariyek wan ya gavên bilez bên avêtin hebû û got: 

“Pirsgirêk ne girêdayî naveroka hevdîtinan bû, bi dema ve girêdayî bû. Me jî wate da bendewariyên wan. Lê ne gengaz bû ku em bi van amadekariyan gavên ew dixwazin bavêjin. 

Danûstandina me hem bi birêz Barrack û hem jî bi ekîba wî re didome. Bawerim wan jî fêm kirine ka pirsgirêkên esasî çi ne.”

 

Ebdî: Entegrasyon şirîktiye

 

Ji bo mijara ‘entegrasyonê’ jî Mazlûm Ebdî pênaseya şirîktiye bikar anî û wiha berdewam kir: 

“Entegrasyon şirîktî ye. Di navbera hemû kesên Sûriyeyî, pêkhateyên Suriyeyê, hemû îdareyên ku niha hene de, wê li ser esasê şirîkbûnek nû Sûriyeke nû were avakirin. 

Ev yek dê bi zorê neyê çêkirin, ji xwe niha me pêşî li tişteke wisa girtiye. Ya duyemîn dê bi lihevhatinê bê çêkirin. 

Eger sibe destûreke ku dê Suriyeyê bi rê ve bibe çêbibe, pêwîste tevahî Suriyeyî wê destûrê bipejirînin, wê hikumetê bipejirînin.”

Ji bo hevdîtinên niha tên kirin jî Ebdî da diyar kirin ku dê hevdîtin li ser du astan werin meşandin û got: “Asteke giştî û asteke taybet a ji bo mafê netewan bê meşandin. 

Em hîn neketine mijara pêkhateya giştî, Kurd û hemû pêkhateyên din. Niha em li ser mijara Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ku beşek ji Suriyeyê ye disekinin. Piştî mijarên giştî em ê li ser mafê netewan bisekinin.

 

Di Civînên Reqqa û Dêrazorê de çi hat niqaşkirin?

 

Ebdî civînên ku li Reqqa û dêrazorê hatin kirin jî dinirxîne û dibêje: 

“Du armancên sereke yên van civînan hebûn. Ya yekem ew bû ku nûnerên wan jî tevlî diyaloga tê meşandin bibin. Ji xwe nûnerên wan di komîteya Bakur û Rohilatê Sûriyeyê de hene. 

Ya duyemîn me xwest nas bikin ka xelkê Dêrzor û Reqqa dixwazin hêzên me yên li wir ku ew jî xelkê wir in, li wir bin an na. Her wiha me xwest zanibin ka mijara entegrasyonê çawa dibînin.

Xelkê wir dibêjiin, ‘em amade ne ku Suriye bibe yek, rewşek xwezayî çêbibe, lê tecrube heye, lewma em dixwazin xwe bi xwe birê ve bibin’. Gotin eger walî bê diyarkirin, divê ew bi xwe diyar bikin. 

Metersiya wan heye ku ev sîstematîk nebe, bi hevre neyê meşandin, veneguhere entegrasyonê û mumkune Dêrezor wek herêmên Beravê û Siweydayê bibe. 

Me jî got ku em weke QSD’ê mîsogeriya wê didin ku pêvajoya entegrasyonê bi rengekî baş were meşandin û emê li soza bisekinin.”

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24