HSD’ê nasnameya 3 şehîdên xwe eşkere kir

reset font size increase font size

HSD’ê şehadeta 3 hevrêyên xwe ragihand, di derbarê wan de daxuyaniyeke nivîskî weşand, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza tolhildanê da.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxuyakirin ku dema her sê şervan bi erk û misyona xwe ya parstina herêmê û tekoşîna li dijî şaneyên DAÎŞ’ê pêk dianîn, di rewşên cûda de jiyana xwe ji dest dan.

HSD bal kişand ser dilsoziya hevrêyên xwe û wiha got: ‘Berdêl çi dibe jî tiştek wan ji pêkanîna erkên wan yên niştîmanî venagerîne.’

Hêzên Sûriya Demokratîk wiha daxuyaniya xwe bi dawî kir: ‘Bila serê tevahî malbatên şehîdan sax be. Em ê tola xwîna şehîdên xwe ji kujer û xwînfiroşan hilînin.’

Dîlber Ehmed Hecî

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye