Gelek alî li dijî biryara darvekirina şerîfe mihemedî derketin

Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Siwêdê banga rawestandina cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Zêdetirî hezar aktivîstên civaka sivîl û parazvanên mafê mirovan xwestin biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî di demek nêz de, bê betalkirin.

Ji aliyê din ve, Konfederasyona Sendîkayên Karkeran ya Siwêdayê têkildarî erêkirina biryara darvekirinê ya ji bo girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî nameyek ji Balyozê Îranê re şand.

Di nameyê de, Konfederasyona Sendîkayên Karkeran ya Siwêdayê cezayê darvekirinê yê li Şerîfe Mihemedî hatiye birîn weke neqanûnî binav kir.

Her wiha di nameyê de, Konfederasyonê rexne li desthiltdariya Îranê kir ku cezayê darvekirinê li ser karker, jinan û çalakvanên civaka sivîl rake.

Di dawiya nameyê de, Konfederasyonê bang li rejîma Îranê kir ku biryara darvekirina Şerîfe Mihemedî rawestîne.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24