Li Sûriyê di 25`ê tebaxê de 15 kes hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku li Sûriyê tenê di rojekê de 15 kes hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî belgekirina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), cih û awayê kuştina van 15 kesan ji hev cuda ye.

Li gundewarê Dêra Zorê û Hemayê ji ber teqîna mayîneke bermahiyên şer 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Helebê, Hemayê û Derayê jî 4 kes ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin.

Li Şamê 2 ciwan hatin kuştin.

Cenazeyên du ciwanan li nêzîkî pireke axê li taxa Neşwa ya rojavayê bajarê Hesekê, avêtî hatin dîtin.

Li gundewarê Humsê endamekî Hêzên Destwerdana lezgîn bi gulebaranê ji xala kontrolê hat kuştin.

Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li nêzîkî gundê El-Ebtakh li gundewarê Hesekê ji aliyê çeteyên DAIŞê ve hat kuştin.

Endamekî Tugaya 40’î li gundewarê Derayê hate kuştin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24