Li Dêra Zorê mîqdarek madeyên teqemeniyê hatin bêbandorkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihandin ku li Dêrazorê, mîqdarek madeyên teqemeniyê yên ji bermahiyên şer mane, bê bandor kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Asayîşê li ser banga niştecihên Dêrazorê diyar kir ku pisporên mayîn û teqemeniyan ên ji xizmeta ewlekariya giştî re kar dikin di 21`ê Tebaxê de, mîqdarek madeyên teqemeniyê ji heft gundên kantona Dêrazorê rakirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku roketên OG û PG9, topên hawanê, guleyên kalîberên cûrbecûr, mayîn, fitil û teqemeniyên sivik, li cihekî ewle û diyarkirî hatin danîn.

Di dawiyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li welatiyan kirin ku ji bermahiyên şer dûr kevin û tavilê wan ji navendên ewlehiyê re ragihînin da ku bi ewlehî werin çareserkirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24