Çeteyên DAIŞ`ê êrîşa li dijî leşkerên Hikûmeta Sûriyê girt ser xwe

Çeteyên DAIŞ`ê êrîşa li ser rêya Serê Kaniyê û Hesekê ya ku otobûseke leşkerên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê kiribû armanc, girt ser xwe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh li ser rêya Serê Kaniyê û Hesekê, li dijî otobûseke leşkerên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê êrîşek pêk hat.

Otobûsa leşkerî ya firqeya 64'an a wezareta parastinê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bû.

Di êrîşê de, 5 leşkerên Hikûmeta Veguhêz hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Îro DAIŞ`ê Ii ser Ajansa Nûçeyan a Amaqê ya ku girêdayê wê ye, êrîş girt ser xwe.

Çeteyên DAIŞ`ê, di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku dê êrîşên xwe li dijî Hikûmeta Veguhêz bidomînin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye