Komîteyê biryara hilbijartinan da û li ser asta parêzgehan dest bi amadekariyên hilbijartinên parlamantoyê kir.
Parlamanto ango Meclisa Gel ji 210 kursiyan pêk tê.
Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bi fermî ragihand ku 140 kes bi rêya desteyên hilbijartinê yên herêmî têne hilbijartin û 70 kes jî ji aliyê Ehmed Şera ve têne erkdarkirin.
Komîteya Bilind a Hilbijartinan avakirina komîteyên herêmî yên parêzgeha Hesekê û daîreyên wê li bajarên Hesekê, Qamişlo û Dêrikê ragihand.
Piştî van hemû xebatan, dê Komîteya Bilind a Hilbijartinan navên endamên parlamentoyê yên serkeftî, bi fermî ragihîne.