Îsraîlê li Xezayê komkujîyek nû pêk anî: 14 welatî hatin kuştin

Di encama bombebarana herî dawî ya li ser herêmên cuda yên Xezayê de, herî kêm 14 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Artêşa Îsraîlê bê navber êrîşên xwe li ser Xezayê berdewam dike.

Li gorî zanyariyên ku ji çavkaniyên tibî û herêmî hatine girtin, balafirên şer ên Îsraîlê li Taxa Derec a ku dikeve navenda bajarê Xezayê, maleke sivîlan rasterast kirin hedef.

Di vê êrişê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, piraniya wan jin û zarok in.

Êrîşên li ser bakur û başûrê Xezayê   

Her wiha hat ragihandin ku li nêzî Otela Meştel a li bakurê rojavayê Xezayê jî malek hat bombebarankirin û di encamê de 4 welatî hatin kuştin.

Li aliyê din, keştiyên şer ên artêşa Îsraîlê li peravên bajarê Refahê yê li başûrê Xezayê êrîşî masîgiran kirin.

Di vê êrîşê de masîgirek hat kuştin û 3 masîgirên din jî bi giranî birîndar bûn.

Tîmên parastina sivîl ragihandin ku ji ber hilweşîna xaniyan, dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe, ji ber ku hîn jî hin birîndar û qurbanî di bin kavilan de mane.

Bîlançoya şer her ku diçe giran dibe

Ji destpêka şerê dijwar ê li Xezayê ve, bîlançoya qurbaniyên sivîl gihîştiye asteke metirsîdar.

Li gorî daneyên dawî, hejmara qurbaniyan ji 73 hezarî derbas bûye û ya birîndaran jî ji 173 hezarî zêdetir e.

Tevî bangên navdewletî yên ji bo rawestandina şer, pevçûn û bombebaran hîn jî li seranserî herêmê berdewam dikin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – Nuce 24