ANHAyê ragihand ku Rêveberiya Siweydayê ji bo belgekirina sûcan bi awayekî fermî, 6 komîte ava kirine.
Ev 6 komîte ji bo piştgiriya hewldanên karmendên li ser erdê, birêxistinkirina xebatên saziyan û koordîneyê navbera wan, dabînkirina dîsplîna qanûnî, belgekirina tedbîr û raporan bi awayekî fermî hatine avakirin û kesên dê çavdêriya van komîteyan jî bikin hatin diyarkirin.
Li gor ajansê komîteyên ku avabûne bi vî rengî ne:
“Komîteya lêkolînkirina rastiyan û sûcan û diyarkirina ziyan û ziraran, Komîteya daweyên girêdayê sûcan, Komîteya birêxistinkirin û belavkirina alîkariyan, Komîteya tibî û şerî, Komîteya belavkirina alîkariyên madî, Komîteya kar û barên îdarî (kehrebe, av û xebatên din).”