Di peywendiya ligel wezîrê Misirê de, her du aliyan behsa amadekariyên civîna bê ya wezîrên derva yên welatên erebî di çarçoveya Komkara Erebî de kirin.
Hat destnîşankirin ku divê rojeva civînê li gorî astengî û kêşeyên mezin ên ku rûbirûyê navçeyê dibin, were amadekirin.
Di peywedndiyê de behsa bandorên nerênî yên berdewamiya şer û pevçûnan li ser aboriya Îraq û Misirê jî hat kirin.
Di peywendiya duyem de jî Fuad Husên û Wezîrê Derva yê Tirkiyê Hakan Fidan geşedanên ewlehiyê yên navçeyê û çend mijarên giring nirxandin.
Husên diyar kir ku ji bo parastina saziyên fermî û hikûmî hemû tiştên pêwîst hatine girtin.
Her du wezîran nêrînên welatên xwe yên li ser şerê li navçeyê û bandora wê ya li ser ewlehiya navçeyê parve kirin û tekezî li ser giringiya hevahengiya hevbeş kirin.