Lijneyek hevbeş ya Îraq û Herêmê serdana Qada Gazê ya kormor dikin

Di 26`ê vê mehê de êrîşek li ser Qada Gazê ya Kormorê ya li navçeya Çemçemal ya girêdayî Silêmaniyê hate kirin. Îro derbarê mijarê de wê lijneyek hevvbeş ya Îraq û herêma Kurdistanê serdana Qada Gazê ya Kormor bikin û li wir lêkolînan bidin destpêkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di derengiya şeva 26’ê Mijdarê de du caran êrîşê Qada Gazê ya Kormorê ya li navçeya Çemçemal ya girêdayî Silêmaniyê hate kirin.

Êrîş bi rêya du mûşekan (fuzeyan) pêk hatiye ku di encamê de beşek mezin ya Herêma Başûrê Kurdistanê ji elektirîkê qût bû.

Li gorî agahiyên Roj Newsê lijneyek Îraqê ku ji Wezîrê Karê Hundir yê Îraqê Ebdulemîr Şemerî, Serokê Îstîxbarata Îraqê Hemîd Şetrî pêktê, ji bo serdana Qada Gazê ya Kormorê bikin gihiştine Kerkûkê.

Wê lijneya Îraqê bi Wezîrê Karê Hindir yê hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê re serdana Qada Gazê ya Kormor bikin û liwir lêkolîn bidin destpêkirin.

Wezîrê Elektrîkê: Wê elektrîka 24 saetan bibe 6 saetan

Her wiha Wezîrê Elektrîkê yê Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed Salih jî diyar kir ku niha ew dikarin ji 24 saetên elektrîkê tenê 6 saetan di rojê de bidin welatiyan.

Kemal Mihemed Salih eşkere kir ku di encama êrişê de 2700 megawatt elektrîk ji dest hatiye dayîn.

NY bi daxuyaniyekê êrişa li Qada Gazê ya Kormorê şermezar kir

Li aliyekî din Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî jî (UNAMI) derbarê êrişê de li ser hesabê xwe yê X`ê daxuyaniyek da.

UNAMI`yê di daxuyaniya xwe de got:

“Em êrişa li Qada Gazê ya Kormorê ku elektrîka Herêma Kurdistanê dabîn dike şermezar dikin.

Em bi germî pêşwaziyê lêpirsinê dikin ji bo ku êrişkar bên tespîtkirin û bên darizandin.”

UNAMI`yê di dawiya daxuyaniya xwe de êrişa li Qada Gazê ya Kormorê şermezar kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye